Kurdiyat

Kurdiyat

DANASÎN Û TEWSÎFA MECMÛ‘EYÊN HELBESTAN DI KOLEKSIYONA ALEKSANDRE JABA DE

Yazarlar: Yakup AYKAÇ

Cilt - , Sayı 4 , 2021 , Sayfalar 23 - 60

Konular:Şiir

Anahtar Kelimeler:Koleksiyona Aleksandre Jaba,Mela Mehmûdê Bazîdî,Mecmû‘eyên kurdî,Edebiyata kurdî ya klasîk.

Özet: Mecmû‘e berhemên edebî yên berhevkirî ne ku dikarin derbarê zewqa edebî ya xwediyê xwe yan jî serdema xwe de agahiyên girîng bidin. Bi heman rengî dikare di biwara dîroka edebiyata klasîk de jî agahiyên nû bide, helbestên nûpeyda yan jî şairên nû ên ku qet nehatine bihîstin di xwe de bihundurîne. Di vê çarçoveyê de, mecmû‘e di biwara edebiyata klasîk û dîroka edebiyatê de xwedî cihekî girîng in. Ji mecmû‘eyên helbestan re di edebiyata kurdî ya klasîk de “keşkûl” jî tê gotin ku ew di serdema modern de beramberî “antolojî”yê tê. Mijara vê gotarê ew mecmû‘eyên helbestan in ku, li Arşîva Akademiya Zanistî ya Lenîngrad a Rûsyayê, di koleksiyona Aleksandre Jaba de cih digirin. Mecmû‘eyên helbestan yên ku hatine tesbîtkirin û bûne mijara vê xebatê di koleksiyona Jaba de di bin klasorên Kurd-26, Kurd-27, Kurd-28, Kurd-29, Kurd-36 û Kurd-45an de hatine tomarkirin. Îcar armanca vê gotarê li gor krîterên dîsîplîna destnivîsan danasîn, senifandin û analîzkirina van mecmû‘eyên helbestan e. Di çarçoveya tewsîf û analîzên destxetan de metodolojiyek klasîk hatiye şopandin ku li dor wan zanyariyan, nirxandinên sîstematîk ên destnivîsên mecmû‘eyan hatine kirin. Di dawiya vê lêkolînê de taybetmendiyên şiklî ên mecmû‘eyan hatine tesbîtkirin, naverok û têkiliyên wan hatine diyarkirin, destpêka helbestên kurdî yên ku di wan mecmû‘eyan de cih digirin yek bi yek hatine transkirîbekirin û bi giştî nirxê nusxeyên mecmû‘eyan hatine tesbîtkirin. Di pêvekê de jî navê hemû şair, hejmara helbestên wan û hin menzûmeyên kurdî yên dirêj di nav tabloyê de hatiye diyarkirin.


ATIFLAR
Atıf Yapan Eserler
Henüz Atıf Yapılmamıştır

KAYNAK GÖSTER
BibTex
KOPYALA
@article{2021, title={DANASÎN Û TEWSÎFA MECMÛ‘EYÊN HELBESTAN DI KOLEKSIYONA ALEKSANDRE JABA DE}, number={23–60}, publisher={Kurdiyat}, author={Yakup AYKAÇ}, year={2021} }
APA
KOPYALA
Yakup AYKAÇ. (2021). DANASÎN Û TEWSÎFA MECMÛ‘EYÊN HELBESTAN DI KOLEKSIYONA ALEKSANDRE JABA DE. Kurdiyat.
MLA
KOPYALA
Yakup AYKAÇ. DANASÎN Û TEWSÎFA MECMÛ‘EYÊN HELBESTAN DI KOLEKSIYONA ALEKSANDRE JABA DE. no. 23–60, Kurdiyat, 2021.