Kurdiyat
Yazarlar: İsmail KIRAN
Konular:Edebiyat
Anahtar Kelimeler:Aristokrasi,Şeyhlik,Siyaset,Arvasiler
Özet: ku Kurte Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê di sala 1920an da hate damezrandin, ji Colemêrgê Seyit Taha Arwasî û Îbrahîm Arwasî, ji Wanê jî Seyit Masum Arwasî wekî mebus hatin hilbijartin. Lêbelê, ji ber ku ew nekarîbûn biçine Enqerê, mebustîya wan hate betalkirin. Bi hilbijartina İbrahîm Arwasî di sala 1923an da wekî mebus, tevlêbûna malbatê ya di nava siyaseta çalak da dest pê dike û bê navber hetanî 1950yî berdewam dike. Malbata Arwasîyan him malbatek Seyîd in him jî malbatek arîstokrat in. Ew kevneşopiya Neqşebendîtîyê bi sedsalan e li Herêma Anatolîya Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anatolîyayê didomînin. Wan serdestiya ku di qada dînî da ava kirine di qada sîyasî da jî domandine. Ji ber vê sedemê, çalakîya siyasî ya malbatê bi derbasbûna pergala pirpartîtîyê ra ku di sala 1950an de li Tirkîyeyê dest pê kirîye, hê bêtir zêde bûye. Ev yek dibe sedem ku ji malbatê gelek mebus li meclîsê dest bi wezîfeyê bikin. Di encama vê sazûmana aristokratîyê da, malbata Arwasîyan li parêzgeha Colemêrg û Bitlîsê, nemaze li Wanê, li sê şaxan hejmarek mezin mebus derdixînin. Mijara gotarê li ser wê yekê ye ku gelo çima malbata Arwasîyan, ev sedsal e di qada siyasetê da bibandor e û siyaset tercîh kirîye. Ji bo vê yekê, xebatên têkildarî bi mijarê va hatine vekolandin û li qadê lêkolîn hatine kirin. Wekî din, bi gelek mebus û rewşenbîrên malbatê ra rû bi rû hevdîtin hatine kirin. Peyvên Sereke: Arîstokrasî, Şêxtî, Sîyaset, Arwasî.
Dergi editörleri editör girişini kullanarak sisteme giriş yapabilirler. Editör girişi için tıklayınız.