Kurdiyat
Yazarlar: Yaşar KAPLAN
Konular:Edebiyat
Anahtar Kelimeler:The Church of the East,Nestorian,Mongols,Ilkhanids,Muslims
Özet: ku Kurte Taybetmendîyeke cudaker a Kenîsa Rojhilat an jî bi navê zêdetir pê têne nasîn Kenîsa Nestûrîyan ew e ku hebûna xwe bi temamî derveyî sînorên Împaratorîya Romayê di erdnîgarîya Part/Sasanî û paşî jî di erdnîgarîya Muslimanan da di bin desthilatên ne Mesîhî da berdewam kirîye. Ev kenîse her çend bi berdewamî di bin desthilatdarîya bîyanîyan da mabe jî, ji gava derketî meydanê pê ve hertim temayûla berfirehbûna xwe parastîye. Lê belê dagirkerîya Moxolan ya di sedsalên XIIIan û XIVan cihana Îslamî vegirtî, ji bo Kenîsa Rojhilatê îşaretî derazînkeke xeternak dike. Kenîsa Rojhilat her çend di serdemê pêşîn ê desthilatdarîya Moxolan da temayûla berfirehbûna xwe parastibe jî piştî demekî kurt hemî deskeftên xwe ji dest daye û bi kaoseke mezin ve rûbirû maye. Xebatên li ser vê mijarê hatine kirin, hemfikr in ku Kenîsa Rojhilat di serdemê Moxolan û Tîmûrîyan da tûşî jêkbelavbûn û paşketinê bûye. Lê belê karîgerîya helwesta Kenîsa Rojhilat a di dema dagirkerîya Moxolan û taybetî di serdema Îlxanîyan da ya ji bo kenîsê bûye sebebê derketina encameke hinde wêranker behs jê nehatîye kirin. Mebesta vê xebatê, bi nêrîneke nû ve analîzkirina helwesta Kenîsa Rojhilat a di dema dagirkerîya Moxolan û karîgerîya vê helwestê ya li ser qedera kenîsê ye. Di heman demê da ji bo têgehiştina rewşa Kenîsa Rojhilat a di bin desthilatdarîya Moxolan/Îlxanîyan (1258-1335) da û zanîna egerên kenîse tûşî paşketin û jêkbelavbûnê kirî, dê xebat bête kirin. Di xebatê da ji jêderên Kenîsa Rojhilat a wê demê û jêderên din ên Mesîhî û Muslimanan sûd hatîye wergirtin. Peyvên Sereke: Kenîsa Rojhilat, Nesturî, Moxol, Îlxanî, Musliman.