Kurdiyat

Kurdiyat

Şêx Muşerrefê Xinûkî û Kesayeta Wî ya Edebî

Yazarlar: Nesim SÖNMEZ

Cilt - , Sayı 1 , 2020 , Sayfalar 59 - 81

Konular:Edebiyat

DOI:10.5281/zenodo.3895068

Anahtar Kelimeler:Ku Şêx Muşerrefê Xinûkî,Dîwan,Sêrt,Berwarî

Özet: kuen Şêx Muşerrefê Xinûkî di sala 1926an da li bajarê Sêrtê li navçeya Berwarîyê li gundê Xinûkê ji dayîka xwe dibe. Di zaroktîya xwe da di medresa bavê xwe da bi hînbûna Qurana Pîroz dest bi xwendina xwe dike. Paşê di gelek medreseyan da dixwîne û îcazeta xwe digire. Piştî wergirtina îcazetê vedigere gundê xwe, hem dest bi melatîyê hem jî seydatîyê dike, ew di medresa xwe da gelek feqîyan perwerde dike, wan dixe rêya dînê Îslamê û miletê xwe. Ew ji ber hinek sedemên sîyasî ji bakûr derbasî başûr dibe û bi qederê du salan li Zaxoyê disekine. Di heman deme da diçe Hewlêrê û bi Şêx Kemalettînê Erbîlî ra hevnasîyê datîne û dikeve terîqeta wî û dibe xelîfê wî. Xinûkî di sala 2008an da emrê Xwedê bi cih tîne û wefat dike. Temenê Xinûkî di qada xwendin û nîvîsandinê da derbas dibe û wî li pey xwe gelek berhemên payebilind hiştine û ew berhem dîyarîyî qada zanistîyê û miletê xwe kirine. Şêx Muşerrefê Xinûkî ne zimanê kurdî tenê zimanê erebî, farisîli û tirkî jî bi têra xwe zanîbûye. Mirov dema berê xwe dide berhemên wî vê agahîyê bi awayekî zelal dibîne. Xinûkî kesayetek miletperwer û kurdîhez e. Ew di derheqê parastina zimanê kurdî da xemxar e, lewra wî berhemên xwe bi piranî bi zimanê kurdî nivîsandîye. Ji berhemên wî ya herî girîng dîwana wî ye. Xinûkî dîwana xwe bi çar zimanî yanê bi kurdî, erebî, farisî û tirkî nivîsandîye. Di vê gotarê da emê jiyan, berhem û kesayeta edebî ya Şêx Muşerrefê Xinûkî bi hûrgulî bidin nasîn û bi taybetî jî li ser dîwana wî bisekinin û binirxînin.


ATIFLAR
Atıf Yapan Eserler
Henüz Atıf Yapılmamıştır

KAYNAK GÖSTER
BibTex
KOPYALA
@article{2020, title={Şêx Muşerrefê Xinûkî û Kesayeta Wî ya Edebî}, number={59–81}, publisher={Kurdiyat}, author={Nesim SÖNMEZ}, year={2020} }
APA
KOPYALA
Nesim SÖNMEZ. (2020). Şêx Muşerrefê Xinûkî û Kesayeta Wî ya Edebî. Kurdiyat.
MLA
KOPYALA
Nesim SÖNMEZ. Şêx Muşerrefê Xinûkî û Kesayeta Wî Ya Edebî. no. 59–81, Kurdiyat, 2020.