Kurdiyat

Kurdiyat

Destnivîsên Mecmû‘eyên Kurd (21-22-47) ên di Koleksîyona Alexandre Jaba de (Nûbar û Eqîdeya Îmanê)

Yazarlar: Kenan SUBAŞI

Cilt - , Sayı 1 , 2020 , Sayfalar 23 - 44

Konular:Klasikler

DOI:10.5281/zenodo.3895042

Anahtar Kelimeler:Ku Alexandre Jaba,Kurd 21,Kurd 22,Kurd 47,Ehmedê Xanî,Nûbara Biçûkan

Özet: kuen BNûbar û Eqîdeya Îmanê du berhemên gelek girîng in di prosesa perwerdeya klasîk de û herwiha piştî xwendina Qur’anê xwendina van herdu berheman di nav Kurdan de weku çandeke berbelav tê dîtin. Lewma piştî telîfê gelek nusxeyên van berheman di nav Kurdan de hatine îstînsaxkirin. Destnivîsên ku di koleksîyona Kurdî ya Alexandre Jaba de bi navên Kurd 21, Kurd 22, Kurd 47 hatine tomarkirin, berhemên Ehmedê Xanî yên bi navê Nûbar û Eqîdeya Îmanê ne. Me di vê xebatê de van destnivîsên navborî nasandin û analîz kirin. Nasandina destnivîsan bi du awayî; ji alîyê teşe û naverokê ve hatiye kirin. Ji hêla teşeyê ve sernav, cins û rengê kaxizê, rengê nivîsê, kesê ku destnivîs îstinsax kirî ango mustensîx, tarîxa destnivîsê, rêzik, sitûn, rengê murekebê, agahîyên li ser bergê berhemê, hecm û xisûsîyetên bi vî rengî hatin ravekirin. Ji hêla naverokê ve jî di nav mecmu'eyan de kîjan berhem cih girtibin, mijarên wan, sernav û beşên wan, jêrenot, pasajên destpêk û dûmahîka wan hatin ravekirin. Berî ku ev danasînên teknîkî bên kirin, weku destpêk me di vê xebatê de qala Alexandre Jaba û serpêhatîya wî ya tomarkirina van destnivîsan kir. Herwiha piştî ku danerê van berheman; Ehmedê Xanî hat nasandin, di bin sernavekî din de me derbarê destnivîs û çapên Nûbara Biçûkan de yên ku ji berê ta niha hatine peydakirin û zêdekirin, hin agahî parve kirin. Herî dawî me van destnivîsên ku bi awayekî teknîkê hatin nasandin, ji hêla şêwaz û tarîxa îstinsaxa wan, ji hêla kêmasî û zêdehîyên wan ve berawird kirin. Me hin manendî û cudahîyên wan di encama vê berawirdkirinê de destnîşan kirin û li gorî vê yekê me destnivîsa tekûztir û ya bêtir nêzî ya resen, li gorî wan encaman dîyar kir.


ATIFLAR
Atıf Yapan Eserler
Henüz Atıf Yapılmamıştır

KAYNAK GÖSTER
BibTex
KOPYALA
@article{2020, title={Destnivîsên Mecmû‘eyên Kurd (21-22-47) ên di Koleksîyona Alexandre Jaba de (Nûbar û Eqîdeya Îmanê)}, number={23–44}, publisher={Kurdiyat}, author={Kenan SUBAŞI}, year={2020} }
APA
KOPYALA
Kenan SUBAŞI. (2020). Destnivîsên Mecmû‘eyên Kurd (21-22-47) ên di Koleksîyona Alexandre Jaba de (Nûbar û Eqîdeya Îmanê). Kurdiyat.
MLA
KOPYALA
Kenan SUBAŞI. Destnivîsên Mecmû‘eyên Kurd (21-22-47) Ên Di Koleksîyona Alexandre Jaba de (Nûbar û Eqîdeya Îmanê). no. 23–44, Kurdiyat, 2020.