The Journal of Mesopotamian Studies
Yazarlar: Numan YURT
Konular:Edebiyat
DOI:10.35859/jms.2020.780811
Anahtar Kelimeler:Ku Şêx Muşerrefê Xinûkî,Helbesta klasîk a Kurdî,Şîret,Perwerdehî,Exlaq
Özet: ku enEdebiyata Kurdî ya klasîk ji aliyê berhemên fêrkarî ve berhemdar e û gelek nûnerên vê edebiyatê di vî warî de yan berhemên serbixwe nivîsîne yan jî di nav dîwanan de cih dane berhemên bi vî rengî. Nûnerekî edebiyata Kurdî ya klasîk ê sedsala dawî ku bi mexlesa “Mîm û Fa” tê nasîn û xwedî dîwan Şêx Muşerrefê Xinûkî yek ji van kesayetiyan e. Xinûkî li kêleka şêxîtiya terîqetê bi dersdarî û helbestvaniya xwe ve jî derdikeve pêş. Nemaze dersdarî, di jiyana Xinûkî de cihekî girîng digire. Menzûmeya wî ya ku di vê çarçoveyê de ya bi navê “Gûz û Mewîj”ê metnekî fêrkarî ye ku di warê perwerdehî û exlaqê de bi şêweyeke şîretkar hatiye nivîsîn. Ji bilî vê menzûmeyê di cihên muxtelîf ên dîwana wî de di heqê perwerdehî û exlaqê de hin şîretên wî yên dîtir cih digirin. Em ê di vê xebatê de ji aliyê naverokî ve li ser nimûneya helbesta dîdaktîk menzûmeya Gûz û Mewîjê nirxandinekê bikin.