The Journal of Mesopotamian Studies
Yazarlar: Abdurrahman ADAK
Konular:Dil Bilim, Edebiyat
Anahtar Kelimeler:Perspektîfa herêmî,Herêma Bedlîsê,Helbestvanên Bedlîsê,Serdem,Koç,Dever,Mehsûlên edebî
Özet: Heta niha xebatên ku li ser tarîxa edebiyata kurdî ya klasîk hatine kirin, wek rêbaz bi piranî di çarçoveya diyardeya zeman û perspektîfa kronolojîk de mane. Lêbelê di tesbîtkirina tarîxa edebiyata klasîk de diyardeya mekan û perspektîfa herêmî jî rêbazên girîng in. Di edebiyata kurdî ya klasîk de herêma Bedlîsê ji bo perspektîfa herêmî nimûneyeke girîng e. Di serdema mîrektiyan de desthilatdariya mîrektiyên Bedlîs û Hîzanê û di serdema piştî mîrektiyan de jî hebûna medrese û tekyayên girîng, ji bo derketin û pêşketina edebiyata kurdî ya klasîk li herêma Bedlîsê faktorên herî girîng in. Di vê xebatê de 17 helbestvanên klasîk ên devera Bedlîsê hatine tesbîtkirin û ji aliyê serdem, koç, dever û mehsûlên edebî ve li ser wan helbestvanan nirxandineke giştî hatiye kirin.
Dergi editörleri editör girişini kullanarak sisteme giriş yapabilirler. Editör girişi için tıklayınız.