The Journal of Mesopotamian Studies
Yazarlar: Aynur UNAL
Konular:Antropoloji
DOI:10.35859/jms.2021.963478
Anahtar Kelimeler:Kurdî,Zimanê Xweci,Zimanê Herêmî,Tevgera Sîyasî ya Kurd,Tirkiye
Özet: Peywendîya di navbera ziman û herêmê de xisûsen di peywenda çemka xwecihîbûnê de giringiyeke xwe ya hesas heye. Loma armanca vê gotarê ew e ku hêla xwecihîbûna Kurdî, li ser esasê xwepênasekirinê ku yek ji pêkarên yekûna xwecihiyê ye digel şiroveya tevgera siyasî ya Kurd a li Tirkiyê vekole. Ji salên 1990î û pê ve ye ku tevgera siyasî ya Kurd digel piştgiriyeke xurt a girseya xwe talebkarê mafên zimanê dayîkê ye. Di vê xebatê de li dor peywenda nasîna mafên Kurdan, bername û daxuyaniyên hizbên sîyasî yên çalak û hevdîtinên bi parlemanterên HDP re hatine nirxandin. Gotar li ser rola dayîk, mal û civakê di bidestxistina zimanê dayîkê (Kurdî) de radiweste ku gelo vê rolê çi karîgerî li Kurd an kesên ne Kurd ên li herêmê kiriye. Pêvajoya bidestxistina zimanê Kurdî, li gorî çend pêkarên peywendîdanînê ya bi Kurdan re ji hev cuda dibe ku ev jî zewicîna bi malbatên Kurd re, bicihbûna sîstematîk a li herêmê û avakirina derdoreke fireh a li herêmê ye. Kurdî li cem Kurdan û li cem kesayetên ne Kurd ên di nav tevgera sîyasî ya Kurdan de weku zimanê dayîkê tê pejirandin. Ji vê yekê wêdetir ev gotar balê dikêşe ser wê yekê ku digel Kurdî zimanekî xwecih ya herêmî be jî kesên ne Kurd ên li herêmê bi awayekî siruştî û hêsan fêrê wê dibin.