The Journal of Mesopotamian Studies

The Journal of Mesopotamian Studies

Gîya di Dîwana Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî da

Yazarlar: Osman ASLANOĞLU

Cilt 5 , Sayı 1 , 2020 , Sayfalar 2 - 46

Konular:Edebiyat

DOI:10.35859/jms.2020.676912

Anahtar Kelimeler:Aqtepî,Mazmûn,Dîwan,Gîya,Kulîlk,Dar,Dîwana Rûhî

Özet: enŞêx Evdirrehman Aqtepî (1842-1910) li navçeya Çinarê ya Amedê hatiye dinyayê. Şêxekî Neqşîbendî-Xalidî bû. Lê di heman demê de muderrîs, lêkolîner û helbestvan bû. Di gelek qadên cuda da berhemên pir girîng nivîsandine. Piranîya berhemên wî bi Erebî ne. Lê du berhemên xwe yên Kurdî/Kurmancî hene. Yek ji wan dîwana wî ye. Navê dîwana wî Dîwana Rûhî ye û bi awayekî klasîk hatiye nivîsandin. Aqtepî di dîwana xwe de teva mijarên cur bi cur bi giranî li ser evîna îlahî sekinîye. Di helbestên xwe yên tesewwufî-evînî de ji remz û nîşaneyan pir îstîfade kiriye. Ev remz bi piranî ji qadên wek ajal, gîya, kesayet û endamên yarê ne. Em ê di vê xebatê de li ser beşa gîyayan bisekinin. Di beşa gîyayan da dar, meywe û kulîlk hene. Ev remz di helbesta klasîk da bi piranî ji bo xweşikîya yarê tên bikar anîn. Aqtepî jî bi heman awayî cih daye şibandinên bi vî rengî. Aqtepî dora 14 heb nîşaneyên gîyayî bi kar anîne. Hinek ji van bi alîyekî tenê, hinek jî bi çend alîyan hatine behskirin. Em ê ji bo her remzekê ku çend wateyên cuda hebin behsa wan bikin û mînakên wek hev ên derbarê wê wateyê li bin bidin. Bi vî awayî nêrîna edebî ya Aqtepî ya li ser gîyayan baştir dê were dîtin û fehmkirin.


ATIFLAR
Atıf Yapan Eserler
Henüz Atıf Yapılmamıştır

KAYNAK GÖSTER
BibTex
KOPYALA
@article{2020, title={Gîya di Dîwana Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî da}, volume={5}, number={2–46}, publisher={The Journal of Mesopotamian Studies}, author={Osman ASLANOĞLU}, year={2020} }
APA
KOPYALA
Osman ASLANOĞLU. (2020). Gîya di Dîwana Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî da (Vol. 5). Vol. 5. The Journal of Mesopotamian Studies.
MLA
KOPYALA
Osman ASLANOĞLU. Gîya Di Dîwana Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî Da. no. 2–46, The Journal of Mesopotamian Studies, 2020.